Jiyana zozanî di meha gulanê de dest pê dike û heta dawiya cotmehê berdewam dike, ji ber ku îsal hewa dereng germ bû û li serê çiyayên bilind berf hebû mehekê dereng derketin zozanan.
Xwedîkerên heywanan bi qasî 5 mehan li zozanan dimînin û heywanên xwe li wir xwedî dikin, ji şîrên heywanên xwe penêrên bi pincar digirin û bi firotina wan debara xwe dikin.
Xwedîkerên heywanan ên wanî jî dest bi derketina zozanan kirin û bi taybetî derdikevin zozanên li cihên bilind. Derbasgeha Karabetê ji ber ku hêj berf neheliyaye û xwezaya xwe ya şîn yek ji wan cihan e ku niştecihên gund wir gelekî tercîh dikin.
Xwedîkerên heywanan gotin ku em ji gundê Aşagi Narliya girêdayî Çatakê hatin û niha derdikevin zozanan, em rojê du danan pezên xwe didoşin û doşaniya pez bi qasî 5 saetan didome .
Xwedîkerên ajalan got ku piştî doşaniyên sibê û êvarê şivan pez derdixînin çiyayan û wan diçêrînin. Xwedîkerên ajalan got ku jiyana li zozanê dijwar e, lê belê ji derfetên hewaya paqij, tav û xwedîkirina sirûştî sûd werdigirin.
Serhat Kaplanê ji zozanvanan diyar kir ku dema ku li zozanan in goşt, şîr û hiriyê heywanan bêtir behremdar dibin û wiha axivî: "Ev kar li zozanan zehmet in lê divê em vana bikin. Her çiqas dijwar xuya bike jî ev kar ji bo me xweş in. Jixwe ji şev heta sibê heywanên me diçêrînin. Şivan sibê saet 11.00an de ji bo ku bên dotin, heywanan tînin. Piştî doşaniyê dîsa dibin û heta berêvarê diçêrînin. Jiyana li zozanan gelekî xweş e. Bi xwezaya xwe, av, hewa û xwarinên xwe gelekî xweş e. Bi ya min divê her kes carek tenê be jî bigihêje vê zewqê."
Bêrîvanên ku ji bo dotina pez hatibûn karên xwe bi kurdî qise kir û got ku dibe ku doşaniya li zozana ji mirovan re zehmet bê lê belê li zozanan bêrîvanî gelek xweş e û bi kêfxweşiyeke mezin tê kirin.
Li derbasgeha Karabetê berf li seranserê rê heye û digihêje rêbejê. Sitûriya berfê digihêje 50 santîmetroyan û di heyamên ku mirov ji germê aciz dibin de gelekî hênik e. Zozanvanan got ku xelk ji ber germahiyê diçin peravan û em jî derdikevin zozanan ji ber vê yekê jî gelekî kêfxweş in.