09 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu got, "Ez di çarçoveya Konferansa Jinê ya NYyê da bangî dinyayê dikim; li hemberî zilm û rejîma li Sûriyeya ku li dijî jinê herî zêde tundî cereyan dike êdî em bêjin bes."
Serokwezîr Davutoglu di civîna "Dawîlêanîna Tundiya Dijî Jinê: Li ser Bingeha Pêşketinê Lezkirina Guhertinê" ya ku bi hevkariya Dezgeha Wekheviya Zayenda Civakî û Bihêzbûna Jinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNWOMEN), Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî û Fona Nifûsê ya NYyê (UNFPA) va hat lidarxistin da xeberda û wiha got, "Mixabin li çaraliyê dinyayê jin mexdûr dibin. Zehf carî jin bi biryarên ku mêr distînin mexdûr dibin. Em timî dibînin ciyê ku destê jinê lê nakeve li wir dilovanî, şewqat û wijdan kêm e."
Davutoglu bal kişand ku divê herkes di warê tundiya dijî jinê da berpirsiyariyê hilde ser milê xwe û wiha dewam kir, "Birastî jî mirov pir xemgîn dibe, ji ber ku mirov wekî meseleyeke civakî qala tundiyê bike û bi awayê taybet jî qala tundiya dijî jinê bike. Lêbelê em dizanin ku divê em li ser vê meseleyê xeberbidin."
Davutoglu axaftina xwe wiha domand:
"Li ser navê hikûmeta Komara Tirkiyeyê ya ku ez li ser im û li ser navê 78 milyon miletekî ku di seranserê dîrokê da bûye dengê wijdanê ez vî dibêjim ku li kudera dinyayê dibe bira bibe, dema ku qîjîna jinekê giha me, li cem wê qîjînê ewil dê Dewleta Komara Tirkiyeyê cî bigire û timî emê biçin hawara wê qîjînê."
- "Li hemberî zilm û rejîma li Sûriyeyê êdî em bêjin bes"
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku li Tirkiyeyê aniha 2 milyon û 300 hezar penaberên ji Sûriyeyê hene û wiha got, "Ez di çarçoveya Konferansa Jinê ya NYyê da bangî dinyayê dikim; li hemberî zilm û rejîma li Sûriyeya ku li dijî jinê herî zêde tundî cereyan dike êdî em bêjin bes."