Türkan Tosun
21 Hezîran 2017•Rojanekirin: 22 Hezîran 2017
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî nîvro baranê bibare.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê li giştiyê herêmê hewa wê pir ewravî be ji nîvro pê va jî baraneke gur wê bibare.
Germahî di navbera 2 û 4 pileyan de wê kêm bibe, ji hêla bakur û rojhilatê bakur wê car caran bayê bê.
Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm a bi şev li Erdexanê 4, li Qersê 5, li Erziromê 6, li Agiriyê 7, li Erzingan û Tunceliyê 11 û li Îdirê jî 18 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde a bi roj wê li Îdirê 30, li Tunceliyê 28, li Agiriyê 25, li Qers û Erzinganê 24, li Erziromê 22 û li Erdexanê jî 18 pile be.