VAN
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber berfê li Erzirom, Wan, Hekarî, Agirî, Bidlîs û Mûşê rêya 969 gund, mezre û taxan hatine girtin.
Li gor daxuyaniya Şaredariya Mezin a Wanê li bajêr do piştî nîvro berfê dest pê kir û heta nîvê şevê dewam kir. Li gor daxuyaniya ji ber berfê rêya 253 tax û 120 mezreyan hatin girtin û xebatên ji bo vekirina rêyan dewam dike.
Hekarî, Mûş û Bidlîs
Li gor daxuyaniya Walîtiya Hekariyê ji ber berfê rêya 53 gund û 94 mezreyan hatin girtin û xebatên ji bo vekirina rêyan dewam dikin.
Li Mûşê do berfê dest pê kir û rêya 180 gundan hat girtin û li bajêr xebatên vekirina rêyan dewam dike.
Li Bidlîsê jî rêya 161 gundan hat girtin û xebatên vekirina rêyan dewam dike.
Erzirom û Agirî
Li Erziromê rêya 80 taxan ji ber berfê û bagerê hatin girtin û 53 tîmên şaredariyê xebatên rêvekirinê dewam dikin û li 18 navçeyan jî xebatên paqijkirina berfê dewam dike.
Li Agiriyê jî xebatên vekirina rêya 28 gundan dewam dike.
Rêya 149 gundên Dêrsimê hat girtin
Hat ragihandin ku li Dêrsimê ji ber berfê rêya 149 gundan hat girtin.
Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Nafîz Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber berfê rêya 149 gundan hat girtin.
Yildirim got ku ji bo vekirina rêyan xebat bê navber dewam dikin û 8 ekîb ji bo vekirina rê bê navber dixebitin. Yildirim daxuyand ku ew ewilî rêyên gundên ku nexweşê wan hene, vedikin.