DIYALA
Li iraqê di êrîşên ku wilayeta Diyala û paytext Bexdayê hatin kirin de li gor agahiyên ewil 26 kes mirin.
Serokê Komîteya Ewlehiya Meclîsa Bajar ê Diyalayê Sadiq el-Hûseynî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku di du êrîşên ku li bajêr qewimî ne de wezîfedarên ewlehiyê jî di nav de 22 kesan can dan û 30 kes jî birîndar bûn.
Hûseynî destnîşan kir ku di êrîşande avahiyên hikûmetê û şaredariyê wek hedef hatin hilbijartin û ji ber teqînan zirareke mezin qewimî.
Li Bexdayê jî 4 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn. Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan di êrîşa bi bombeyî ya ku li rojhilatê Bexdayê hat kirin de 3 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. Di êrîşa duyemîn de jî kesek mir û 4 kes birîndar bûn.