Yusuf Soykan Bal
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 23 Îlon 2023
Li Kahramanmaraşê di saet 11.22yan da bi mezinahiya 4,6an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), hejeke bi mezinahiya 4,6an ya ku navenda lerza wê Goksuna navçeya Meraşê ye hat qeydkirin.
Hat tesbîtkirin, erdhej 8,48 kîlometre di kûrahiyê da çêbû.
Di daxuyaniya AFADê da hat ragihandin, piştî erdhejê vê gavê rewşeke neyînî tuneye, xebatên li qadê berdewam in.