Sabri Kesen
23 Îlon 2023•Rojanekirin: 24 Îlon 2023
Li peravên Bodruma navçeya Muglayê 43 koçberên bêdestûr hatin qefaltin.
Li gorî daxuyaniya li ser malpera Fermandariya Ewlekariya Peravan, hat tesbîtkirin li peravên navçeyê di belemeke bibabirk da komeke biyanî heye.
Ekîbên bo deverê hatin sewqkirin, belema rotaya wê Îtalya bû rawestand.
Piştî miemeleyan, 43 koçberên bêdestûr ên di belemê da hatin qefaltin radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê hatin kirin.