ŞANLIURFA
Li Xalfetiya navçeya Rihayê tirimbêlekê li minîbusekê xist û di encamê de 14 kes birîndar bûn.
Tirimbêla bi plakeya 07JJ 546 û Abdullah Atmaca diajot li pêşiya Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê li minîbusa bi plakeya 0 HC 286 û rawestiyabû qelibî.
Di qezayê de ji bilî ajokaran Hacer, Buşra, Nazmiye û Nûr Aslan, Fîgen, Dîcle, Eda û Firat Atmaca û 4 kesên ku navê wan ne diyar in jî birîndar bûn.
Birîndar bi destê tîmên tendûristiyê yên 112yê rakirin nexweşxaneyên Xalfetî û Rihayê.