05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2017
MARDÎN
Li Kerborana navçeya Mêrdînê di operasyona dijî PKKa rêxistina terorî da di sitargehekê da sîleh û cebilxane hain dîtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku operasyonên ku Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li dijî terorê dabûn destpêkirin dewam dikin.
Di teqîbata hêzên ewlekariyê da sitargehek hat tesbîtkirin. Di sitargehê da 4 keleşkof, bîksiyeke tivinga bi makîne, bombeyeke destan, kêmzêde 700 fîşeng, bêtêla wesayitan, 7 jarjor û 6 pergalên teqemeniya ku bi destan tê çêkirin hat girtin.
Amûr û pergalên teqemeniyê piştî kontrolan hatin îmhakirin.
Hat ragihandin ku operasyonên têkoşîna dijî terorê ew ê bi biryardarî dewam bikin.