05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2017
ADANA
Li Edeneyê 12 berşikên ku di operasyona dijî rêxistina terorî DEAŞê da hatin binçavkirin û di navê da qaşo "Emîrê Edeneyê" yê rêxistinê û keçeke 14 salî ye ji Endonezyayê jî hene, sewqî edliyeyê kirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, di 22yê hezîranê da li taxa Yeşilyurta navçeya navendê Seyhanê li dijî hucrika rêxistina terorê operasyon li dar xistibûn û 7 kes binçav kiribûn. Piştî vê, ekîban operasyoneke duyemîn li dar xistin û 5 berşikên din jî binçav kirin.
5 kesên ku di navê da qaşo "Emîrê Edeneyê" yê rêxistinê A. C. (32), Mahmut Kiliçaslanê ku par li Mizgefta Sabanci ya Navendê xwest çalakiya "xwekujiyê" bike û herwiha E.Uya 14 salî ya ji Endonezyayê hene, birin ewlekariyê.
- Amadekariya êrişa bibombe
Piştî nêzîkî mehek şopandina teknîkî û fîzîkî, berşik bi operasyonê va hatin desteserkirin. Herwiha eşkere bû ku ji berşikan 7 kes ji Stenbol, Konya, Îzmir û Bursayê hatine bajêr û li vir bi destê rêveberên rêxstinê li xaniyekî hatine bicihkirin, dernakevin derva û pêdawîstiyên wan ên rojane jî tînin cih.
Hat îdiakirin ku di jêpirsînê da ji berşikên ku di hucrikê da hatin girtin, jê 2 kesan destnîşan kirin ku ew amade ne xêncî Tirkiyeyê li welatekî din, çalakiyê bikin, jê 4 kesan jî diyar kirin ku bêyî ferq û cudahî ew dikarin li derekî çalakiya terorê bikin.
Dîsa hat îdiakirin ku berşik li Gazîentab û Konyayê beşdarî civînên hin cemaetan bûn û plan çêkirin ku êrişa bibombe bikin.
- Ji rêxistinê ra nefer bîter kirine
Hêzên ewlekariyê tespît kirin, koma ku li parêzgehê faliyetan dike, bona rêxistina li Sûriyeyê nefer bîter kirine, pere û kel mel şandine. Dîsa di encama jêpirsînan da hat tespîtkirin ku rêxistinê meriv bi gotina "Em di şer da têk diçin. Ji bo cenetê divê em we bişînin cengê" xapadine.
Eşkere bû ku ekîbên polêsan xebatên xwe dimeşînin da ku mêrê keça ji Endonezyayê ku endamê rêxistinê ye û mara wan a dînî heye, desteser bikin.