08 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2024
Li Puturgeya navçeya Meletiyê di saet 19.19an da bi mezinahiya 4,4an erdhej çêbû.
Li gorî agahiya li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Afat û Rewşa Bilez (AFAD), navend Puturgeya navçeya Meletiyê bi mezinahiya 4,4an erdhej çêbû.
Hat tesbîtkirin ku erdhej 9,6 kîlomêtro di kûrahiyê da çêbû.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Yerlîkaya got ekîbên AFADê û saziyên din ji bo lêkolînê çûne herêmê û wiha dewam kir: "Heta niha tu rewşeke neyînî tune. Ji bo welatiyên me yên ku tesîra erdhejê li ser wan çêbûye derbasî be. Xwedê welat û gelê me ji afatan biparêze."