Abdullah Tel
13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 13 Hezîran 2020
Li Meletiyê du trenên bar li hev qelibîn.
Li nêzî Taxa Kemerkopruya ser navçeya Battalgaziyê qeza qewimî û bi xeberê va ekîbên AFAD, polês û Serwêsa Bilez a 112an çûn cihê bûyerê.
Ekîbên çûn cihê bûyerê dîtin ku du tren li hev qelibîne û li gor tespîtên ewil di qezayê da kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li gor agahiyan piştî qezayê deng ji wezîfedarekî ku di trenê da bû derneket û ji bo dîtina wî xebat didomin.
Di xebatên lêgerînê da seyên kedîkirî yên cendermeyan jî tên emilandin û xebat dewam dikin.