27 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
MALATYA
Tê pêşbînîkirin ku li Meletî, Elazig, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê cemed û seqem bikeve.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 13emîn, tê pêşbînîkirin ku heya roja din ber destê sibê li Meletî, Elaziz, Tuncelî, Bîngol û Adiyamanê hewa kêmewr û sayî be.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku tê texmînkirin, li hin ciyan sivik û li hin ciyan jî xurt ba dê rabe, bi şev û ber destê sibê tevî bûsî û mij wê cemed û seqemê çêbe û ji ber hindê welatî û kesên eleqedar divê baldar bin.