Teqemeniya ku PKKya rêxistina terorê li ser rêya Nisêbîna navçeya Mêrdînê veşart, dema ku wesayita polêsan a bizirx derbas dibû hat teqandin. Di êrîşê de 3 polês cangorî bûn û yek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, teqemeniya ku bi destê terorîstan li ser rêya Taxa Barişê hatibû veşartin dema ku wesayita bizirx a Midûriya Şaxa Hêzên Çevîk derbas dibû, hat teqandin.
Di teqînê de yek jê komîser 2 polês cangorî bûn û yek jî birîndar bû.
Polêsê birîndar li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê tê dermankirin.
Li herêmê ji bo qefaltina terorîstan operasyon dan destpêkirin.
Li Hekariyê teqemaniya ku PKKya rêxistina terorê xistibû binê rê di dema derbasbûna wesayîta polêsan a bizirx hat teqandin. Di teqînê de 2 polês cangorî bûn, 2 polês jî birîndar bûn.
Jî alîyê din ve li gor agahiyên ku hatin bidestxistin di kîlometroya 30yemîn a rêbeja Hekarî-Wanê teqemeniya bidestçêkirî ya ku terorîstan xistibû binê rê, di dema derbasbûna wesayîta polêsan a bizirx de hat teqandin.
Di bûyerê de ji polêsên di wesayîtê de 2 polês cangorî bûn, 2 polês jî birîndar bûn.
Polêsên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Ji bo ku terorîst bên girtin li herêmê operasyon dan destpêkirin.