Türkan Tosun
10 Mijdar 2020•Rojanekirin: 16 Mijdar 2020
Li Mazidaxiya navçeya Mêrdînê Çemê Reş û newala wê ya ku bi siruşta xwe va balê dikşîne bi rengên payîzê xemilîn.
Mêrdîna ku şeva wê wek gerdeniyê roja wê wek seyraniyê tê binavkirin her sal mazuwaniya gelek kesan dike.
Wek Mêrdînê navçeyên wê jî her demsal rengê xwe diguherin û balê dikşînin.

Çemê Ava Reş û newala wê ya li nêzîkî rêya di navbera Diyarbekir û Mêrdînê da ye her sal mazuvaniya gelek ziyaretvanan dike. Bi hatina payîzê va reng û rûyê vê derê guherî û balê dikşîne.
Li newalê cihekî ji bo meşê ya 10 kîlomêtroyî heye. Kesên tên vê derê der û dorê temaşe dikin, dengê çûkan û avê guhdar dikin, hewaya paqij dikşînin hundirê xwe.
Kesên dixwazin wêneyan bikşînin jî tên li dora Çemê Reş û newala wê ya rengîn û wêneyan dikşînin.