28 Sibat 2016•Rojanekirin: 29 Sibat 2016
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê endmên PKKya rêxistina terorê bi roketavêjê êrîşî ser wesayîta bizirx a polêsan kirin, polêsek cangorî bû û 2 polês jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan li Taxa Dîcleyê terorîsta di saet 06.00an de bi roketavêjê êrîşî wesayîta bizirx a polêsan kirin.
Di êrîşê de 3 polêsên ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn. Ji hersê polêsên ku ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê polêsek digel hemû mudaxeleyan bi ser xwe de nehat û cangorî bû.
Li herêmê ji bo qefaltina êrîşkaran operasyonê dest pê kir.