28 Sibat 2016•Rojanekirin: 28 Sibat 2016
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku nûçêyên dibêjin 'Şanoger Kenan Işik wefat kir" ne rast in.
Fuat Torlakê alîkarê Işik ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di rewşa Işik de tu guherîn tune û tedawiya wî li mala wî dewam dike.
Torlak wiha got: "Nûçeyên ku li ser tora civakî dibêjin Kenan Işik wefat kir ne rast in."
Işik 2 sal berê ji ber ku xwîn rijiyabû mêjiyê wî rakiribûn nexweşxaneyê.
Di nexweşxaneyê de 4 saetan hatibû emeliyatkirin û pişt re jî ew şandibûn Almanyayê.
Işik li Almanyayê bajarê Allenzbachê hatibû tedawîkirin.