Haydar Şahin
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Koçerên havînê ji bajarên germ ên wekî Diyarbekir, Mêrdîn û Sêrtê birên pezê xwe tînin zozanên li Mûşê bi destpêkirina sermayê va dest bi dagêrê kirin û vedigerin malên xwe.
Koçerên di gulanê da pezên xwe tînin zozanên hênik ên li Mûşê û pezê xwe li wan deran diçêrînin beriya hatina zivistanê konên xwe radikin û bi pezê xwe ra derdikevin rêya dagêrê.
Di rêwîtiya bi rojan li ber xwe dide da koçer bi şev konên xwe vedigirin pezê xwe didin mexel û bi roj dîsa derdikevin rê çêre çêre pezê xwe dibin malên xwe. Koçer ji îmkanên teknolojiyê dûr di nav şertên dijwar da rêwîtiyê didomînin.
Hasan Erdemê koçer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji Mêrdînê hatin zozana li quntara Çiyayê Qozmayê 5 mehan man û nika dest bi amadehiyên dagêrê kirin. Erdem destnîşan kir ku amûrên xwe bi konteyneran şandin malên xwe û ew jî bi pezê xwe ra derketin rêwîtiya ku ew ê bi qasî 2 mehan li ber xwe bide.
Erdem wiha axivî: "Dagêra zor û zihmet dest pê kir. Ji ber ku bi salan e em vî karî dikin êdî hîn bûne. Em ê herin aliyê Mêrdînê. Em mecbûr in ku zivistanê li herêmên germ derbas bikin. Em amûrên rojane bi me lazim dikin jî li keran bar dikin bi xwe ra tînin. Ev dera hênik e û çêreya vê derê jî xweş e, ji ber vê em her sal tên vê derê. Dema vegirein jî bi şev pezê xwe didin mexel û bi roj derdikevin rê."
Nurettîn Temel jî diyar kir ku ew ê bi rojan rêwîtiya xwe bidomînin û bigihêjin malên xwe û wiha pê da çû: "Koçerî zor e. Em bi 800 pezî va derketine rêya Mêrdînê. Rêwîtiyê gelekî li ber xwe bide. Hewa êdî sar dibe. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Em karekî din nakin. Havînê ji bo ber û bereketê zêde bikin tên herêmê."