İbrahim Atmaca
08 Îlon 2020•Rojanekirin: 09 Îlon 2020
Li Çelîkxana navçeya Ediyemanê berhevkirina titûna ku ji bo gelê herêmê ji deriyên debarê yê girîng e, dest pê kir û tê payîn ku xêr û bereketa îsal zêde bibe.
Cotkarên titûnê bi şeveqa sibê ra diçin serê zeviyên xwe û dest bi berhevkirina titûnê dikin. Piştî ku belgên titûnê tên qirpandin, bi wesayîtan dibin malan û li malê bi îskeleyên taybet va darda dikin da ku hişk bibin.
Dema qirpandina belgên titûnê ji bajar û navçeyên derdorê gelek malbat jî ji bo ku di zeviyên titûnê da bixebitin, tên navçeyê. Karker rojê bi 90-120 lire yewmiye va serê sibê heya êvarê li zeviyan dixebitin.
Serokê Odeya Ziraetê ya Çelîkxanê Abdurrahman Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navçeyê li ser nêzî 30 donim erazî titûn tê danîn.
Kaya diyar kir ku ew li bendê ne ku xêr û bereketa îsal ji ya par zêdetir be û wiha dewam kir: "Îsal di serî da titûn piçekî xerab bû, lê digel vê tê payîn ku xêr û bereketa wê zêde bibe. Par 9 hezar û 500 ton titûn hat. Îsal dibe ku ji sedî 10-15 zêde bibe û ji 10 tonî zêdetir titûn were."
Kaya daxuyand ku titûna Çelîkxanê pir tê tercîhkirin û wiha dewam kir:
"Li navçeyê mesaî bi şeveqa sibê ra dest pê dike û heya rojava dewam dike. Li vê navçeyê hema bêje nanê her kesî ji titûnê tê. Karkerî û keda titûnê zêde ye. Titûna Çelîkxanê marqe ye. Ji bo parastina marqeya xwe em ê koperatîfê ava bikin, di vê mijarê da Xwedê ji hemû piştgiran razî bibe."
Cotkar Huseyîn Sonkaya jî got ku ji zû da ye ku ew li navçeyê cotkariya titûnê dike û wiha dewam kir: "Îsal li navçeya me çinîna titûnê dest pê kir, bira bereket têkevê. Xêr û bereketa îsal zêdeye. Bi şeveqa sibehê ra em tên serê zeviyê û titûnê qirp dikin. Paşê dibin malê û hişk dikin. Titûna hişbûyî jî em difroşin û debara me ya salekê jê tê."
Cotkar Sînan Altin jî got ku ew di binê germa havînê dixebitin û wiha dewam kir: "Ji ber ku îsal li navçeyê hewa xweş derbas bû, xêr û bereketa titûnê baş e."