ÎSLAMABAD
Hat diyarkirin ku li herêma Heyber û Orakzaiya ku dikeve li bakurê Pakistanê êrîşa hewayî birin ser milîtanên Talîbanê û 16 kes hatin kuştin.
Di daxuyaniya berdevkiya artêşa Pakistanê ya nivîskî de hat diyarkirin ku Hêzên Artêşa Pakistanê li herêma Orakzaî û Heyberê operasyon bir ser terorîstan. Hat ragihandin ku di operasyonê de 16 milîtanên rêxistinê hatin kuştin û 20 milîtan jî birîndar bûn.
Li Peşawerê 16 çilêya paşîn êrîşî dibistaneke leşkerî kiribûn û 150 kes hatibûn kuştin. Piştî vê bûyerê Artêşa Pakistanê operasyonên xwe zêde kirin.
Artêşa Pakistanê li herêma Heyberê ji 17ê çiriya pêşîn heya îro operasyona dibe ser milîtanên Talîbanê û heta niha ji hezar û 500î zêdetir milîtan hatin kuştin.