Haydar Şahin
03 Adar 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Koçberên bêdestûr ên dema ji Ayvacika navçeya Çeneqeleyê derbasî Girava Midîliyê ya Yewnanistanê dibûn bota wan av hilda û banga hewarê kirin hatin xilaskirin.
42 koçberên bêdestûr ên welatiyê Efxanistanê li Pozê Kadirgayê ya gundê Behramê bi bota lastîk derketin rêwîtiya ser behrê.
Demekê şûnda botê av hilda li ser vê kesên di botê da ji Fermandariya Ewleakriya Peravê alîkarî xwestin.
Ekîb demildest gihîştin herêmê, koçberên bêdetûr dilfan bota û anîn Qereqola Ewlekariya Peravê ya Kuçukkuyuyê.
Koçberên bêdestûr paşê ji qereqolê belav bûn.