03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2016
SÎÎRT
Li Perwariya navçeya Sêrtê ji ber ku berf zêde dibare, xebatkarên şaredariyê jî zêde dixebitin. Karker rêyên girtî vedikin, xwê li rêyan direşînîn û hewl didin ku welatî zehmetiyan nekşînin.
Serokê Şaredariya Perwariyê Tayyar Ozcan ji rojnamevanan re got ku karker bi serokatiya Wekîlê Serokê Şaredariyê Galîp Eren dixebitin û nahêlên ku rê bên girtin.
Ozcan got ku xebatkar zêde mesaiyê dikin û hewl didin ku rê her tim vekirî bimînin.
Ji ber ku hin wesayît lastîkên zivistanê bi kar naynîn dibin sedem ku car caran trafîk bisekine û li ber wesayîtên kar jî dibin asteng ku ew rehettir bixebitin.