03 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 03 Rêbendan 2016
HEWLÊR
Eniya Tirkmenan ya Iraqê (ITC) û Yekîtiya Xwendekar û Xortên Tirkmen, bi sedema xebatên serkeftî yên wê, plaketa sipasiyê dan Anadolu Agencyê (AA).
Di merasima ku li baregeha Tirkmenêlî hat lidarxistin da, plaketên sipasiyê dan Anadolu Agency (AA), Dezgeha Radyo û Televizyona Tirkiyeyê (TRT), Heyva Sora Tirk û Kanala Televizyonê ya Tirkmenêliyê.
Edîtorê Weşanên Kurdî (Soranî) Salih Bilici, Nûnerê TRT Kurdî yê li Hewlêrê Harun Aykaç û Berpirsê Iraqê yê alîkariyên Heyva Sora Tirk Şafak Lostar, plaketên xwe ji destê parlementerê ITCyê Aydin Marûf wergirtin.
Marûf di merasima xelatdayînê da gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku Komara Tirkiyeyê li Tirkmenên mezlûm yên li Sûriyeyê û Iraqê xwedî derketiye û got, "Alîkariyên Tirkiyeyê berdewam in, tevî alîkariyên Heyva Sora Tirkiyeyê, AFAD, TÎKA û Turk Ocaklariyê, dezgehên weke AA, TRT Avaz, TRT Haber, TRT Kurdî û Televizyona Tirkmenêlî, ji Zaxo heta Germiyanê, ji Silêmaniyê heta devera Yehyawa ya Kerkûkê li seranserê Herêma Kurdistana Iraqê, trajêdiyên ku bi serê tirkmenan û kêmneteweyên din hatine kirin nûçe û bi cîhanê ragihandin. Ev xebateke girîng e. Em ji ber vê yekê sipasiyên xwe digihînin van dezgehên çapemeniyê. Ev dezgeh, di gihandina dengên tirkmenên mezlûm ji bo Tirkiyeyê, Ewropa û hemî cîhanê, xwedî roleke mezin in."
Marûf herwiha ji bo piştgiriya wan ji xebatên alîkariyê ra û ji bo pêçana birînan bi alîkarên xwe yên lojîstîkî sipasiya dezgehên Heyva Sora Tirk, AFAD û TÎKAyê kir û got, "Em di vê herêmê da bi biratî û bihevrebûnê baş in. Em li vê derê bi kurdan ra dijîn. Em û kurd bira ne. Înşallah sala 2016an ji teveka cîhanê ra bibe sala aştî û bihevra jiyanê. Înşalla koçberên me, mirovên me yên mezlûm vegerin malên xwe. Em hêvîdar in li Rojhilata Navîn aştî bibe serwer."
Di merasimê da herwiha Edîtorê Weşanên Kurdî (Soranî) Salih Bilici jî gotarek pêşkêş kir û tê da destnîşan kir ku, weke Anadolu Agency, di veguhastina pêşhatên herêmê da wê berdewam bin û hertim bibin dengê mezlûman.