11 Sibat 2017•Rojanekirin: 13 Sibat 2017
DIYARBAKIR
Li Bismila navçeya Diyarbekirê li qehwexaneyekê di encama êrîşeke çekdarî da kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.
Li îdiayan li caddeya Orneka taxa Akpinarê kesekk bi navê H.A dikeve Qehwexaneya Horozcularê û piştî ku derî ji hundir va dixiliqîne bi çekeke lûledirêj li ser xizmên xwe yên ku dijmindarî di nêv wan da heye danî.
Di bûyerê da Feyzî Sirimsi (55) bi giranî, Mehmet Faruk Deger (50) û Necat Sirimsi (73) birîndar bûn û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Feyzî Sirimsi (55) ku giran birîndar bûbû tevî hemî midaxeleyan nehat rizgarkirin.
Birîndarên din piştî midaxeleya sereta sewqî nexweşxanetên Diyarbekirê kirin.
Piştî bûyerê polîsan li derdorê tedbîrên ewlehiyê danîn û ji bo girtina êrîşberî xebat dan destpêkirin.