Haydar Şahin
04 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2020
Li Qers û Erdexanê şilî û zîpik ji ber destê sibê vir da bi navber dibare û ji bo welatiyan bû tengasî.
Li Qersê dema welatî bêyî tevdîr bûn şilî û zîpik di ser wan da barî. Ji ber zîpika ji nişka va dest bi barînê kir ajokaran betanî avêtin ser wesayîtên xwe.
Ji ber ava ser rêyan jî ajokaran tengasî kişand.
Li Çildira navçeya Erdexanê jî li lûtika Çiyayê Qisirê zîpik barî û her alî çîl û sipî bû.