İdris Karaoğlu
02 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2022
Cotkarên Akyakaya navçeya Qersê karê derxistina kartolan didomînin.
Beriya ku berf bibare cotkar dixebitin ku kartolên xwe derxin û berhev bikin.

Debara gundiyên Demirkentê ji cotkariyê tê. Gundî serê sibehê bi traktoran diçin serê zeviyên xwe û kartolan derdixin.
Kartol piştî ku tên derxistin û berhevkirin, wan dixin torbeyan û paşê li ramoqan bar dikin û dibin cihên firotinê.

Hilberînerê kartolan Burhan Polat ji nûçegihanê AAyê ra got ku piraniya debara wan ji cotkariyê tê.
Polat diyar kir, ew ji xêr û bereketa îsal razî ne û wiha dewam kir, "Nêzî 15 salan e em vî karî dikin. Me par şitlên berê danîn, ji bo wê xêr û bereket normal bû. Îsal jî me tov nû kir. Xêr û bereket baş e. Em ji aliyekî va derdixin, ji aliyekî va jî difroşin."