Li navçeya Kepezê minîbus û texsî li hev ketin û 7 kes birîndar bûn.
Li gor agahiya ku hat bidestxistin, minîbusa ku plaqa wê 07 GCC 75 e û Haci Alî Karagedîk diajot, ji Manavgatê diçû Antalyayê û ekîba govendê tê da bû û texsiya ku plaqa wê 07 HT 740 e û Bekir Ekşî ew diajot, li ser Xaçerêya Balafirgeha Leşkerî rêya D-400î ku di Taxa Altinova Sînanê ra derbas dibe, li hev ketin.
Di qezayê da şofêrê texsiyê Ekşî û jineke ku di texsiyê da bû û Dîlara Şafak Duzgun, Esma Koyun, Dîlara Derîn, Melîke Derîn û Melîs Çinara ku di minîbusê da bûn, birîndar bûn. Ekîba îtfaiyeyê Ekşiyê şofêrê texsiyê yê di texsiyê da asê bûbû xilas kir. 7 kesên birîndar bi ambulansê rakirin nexweşxaneyan.