06 Nîsan 2017•Rojanekirin: 06 Nîsan 2017
KAYSERÎ
Li Qeyseriyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 8ên wan welatiyê Sûriyeyê 11 şikbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya bajêr ji bo pêşîlêbiran dîtina endaman û deşîfrekirina rêxistina terorê bi îdiaya têkildarbûna bi endamên DEAŞê yên Sûriyeyê ra Î.S, Z.S, Y.Î, H.S, M.A.S, Q.S, L.S. û Y.S yên welatiyê Sûriyeyê û S.S, E.S. û B.E. yên welatiyê Tirkiyeyê binçav kirin.
Ekîb li navnîşanên şikbaran geriyan û dest dan ser amûrên dijîtal ên ku ditîn.
Piştî karûbarên li ewlekariyê şikbar ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Qeyseriyê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û sewqî dadgehê kirin.