ŞIRNAK
Ji ber deynê ceyranê bloke danîn li ser prîmên piştgirîdayînê yên çandiniyê, cotkaran jî ji ber vê hincetê li navçeya Silopiyê xwepêşandana rêgirtinê kirin.
Komeke ku ji cotkaran pêk tê li ber avahiya Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê AŞ. (DEDAŞ) kom bûn û bi traktorên xwe Rêya Hewrişimê girtin.
Cotkaran û rayedarên DEDAŞê di mijara dawîlêanîna birîna ceyranê de li hev nekirin, li ser vê yekê cotkar ber bi avahiya nû ya DEDAşê ya li navenda bajêr meşiyan.
Cotkar hatin li ber DEDAŞê û li gelek cihan rê birîn û cotkaran got ku em dê hata ceyrana me bê dayîn, xwepêşandana xwe berdewam bikin.
Ji cotkaran Mehmet Alî Findik daxuyaniyek da nûçegihanan û got ku di 20 salên borî de ji ber hin pirsgirêkan nekarîne ku ji cotkaran deynê ceyranê tehsîl bikin. Findik parast niha jî sektora taybet hewl dide ku vî deynî tehsîl bike û ev yek jî cotkaran dixe nav destengiyê.
Findik got ku "Em dixwazin ku di şûna kesan de dewlet bibe muxatabê me û vê pirsgirêkê çareser bike."
Xwepêşandanê bi qasî du saetan berdewam kir û ji ber wê jî rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn.
Daxwaza cotkaran a hevdîtina bi Qaymeqamtiyê re hat qebûlkirin û cotkaran jî li ser vê yekê dawî li xwepêşandanê anîn.