ŞANLIÛRFA
Li navçeya Xelîliye ya Rihayê zaroka 8 salî winda bûbû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin, Sevîm Korkmaza ku li taxa Yûsûfpaşayê dijî digel neviya xwe ya 8 salî ya bi navê Damla Yilmaz, duh êvarê di saet 18.00an de çû dikaneke ku lê telefon tên firotin. Korkmazê dema ku li têlefona dimeyizand lê hay bû ku neviya wê li cem nîne.
Korkmazê li derdorê li neviya xwe geriya lê nedît, pişt re agahî da polêsan.
Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr ji bo lêgerînê yekîneyên taybet ava kir.
Sevîm Korkmazê daxuyanî da rojnamegeran û got ku neviya wê di demeke kurt de winda bûye û daxwaz kir ku kesên neviya wê dîtin bila agahiyê bidin wan. Piştî gelek hewl û xebatan Damla Korkmaz a 8 salî îro hat dîtin.