20 Mijdar 2016•Rojanekirin: 21 Mijdar 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê hewaya herî germ di bin sifirê da 19 pile li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolijiyê hat hildan, tê texmînkirin ku li giştiyê herêmê hewayê ewrsayî û sayî be. Dibe ku serê sibê û bi şev qerm çêbe û cemed bikeve, cî bi cî mij û dûman were.
Li herêmê guhertina germê wê zêde çênebe, rayedarê meteorolojiyê ji bo qerm û cemedê hişyarî da welatiyan.
Li herêmê bi şev hewaya herî germ di bin sifrê da li Erdexanê 19 pile, Qersê 11 pile, Erzirom û Erzincanê 10 pile, Agiriyê 8 pile û Îdirê 5 pile hat pîvan.
Li gor texmînê nava rojê hewaya herî germ wê li Erdexanê di bin sifrê da 5 peile, li Erziromê di bin sifrê da pileyek, li Qersê pileyek, li Erzincanê 7 pile, li Îdirê 9 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Qersê 2 santim, li Erziromê 3 sanim, li Erdexanê 20 santim hat pîvan.