ERZÛRÛM
Li herêma Rojhilata Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di bin sifirê de bi 5 pileyî ve li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînê ya Meteorolojiyê hatin hildan, ji ber hilmegura bilind a ku ji hêla Sibiryayê hat li herêmê hewa bi ewr e û wisa tê texmînkirin ku bi şev dê berf bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Erzincanê di bin sifirê de 3, li Îdirê 2, li Erdexanê 5, li Wanê 2, li Qers, Erzirom û Hekariyê 1 pile û li Mûş, Bidlîs û Agiriyê jî 0 pile hat pîvandin.
Wisa tê texmînkirin ku nava rojê hewaya herî germ li Erzincan û Îdirê 6 pile be, li Wan û Hekariyê 3 pîle, li Erzirom, Erzîncan, Qers, Bilîs û Mûşê jî wê 2 pile be.
Sitûriya berfê ya herî zêde li hin deverên herêmê bi qasî du bihostan hat pîvandin.
Rayedarên meteorolojiyê welatiî ji ber hewaya sar, mij, cemed û qerisînê hişyar kirin.
Qismekî Balix Gola li Avkevira navçeya Agiriyê jî ji ber hewaya sar qerisî.