ŞANLIURFA
Li Rihayê komekê ji bo Abdullah Denizê ku di bûyerên Cizreya navçeya Şirnexê da mir, nimêja xiyabî kir.
Çalakî bi destê Cemiyeta Mustazafan hat kirin. Kom piştî nimêja înê li Gola Masiyan civiya.
Endamê Cemiyeta Mustazafan Faruk Polat li ser navê komê peyivî û destnîşan kir ku PKK û hevalbendên xwe êrîşî derdorên dîndar dikin û got ku zirarê didin cal û mal.
Polat wiha axivî: "Piştî êrîşan PKK û derdorê wê derdikevin û qala provakasyon û provakatoran dikin. Di vir da qala rola xwe nakin û meseleyê berevajî dikin. Yê ku ji bo provakasyonê bingehê çêdike PKK ye."
Komê piştra ji bo Abdullah Denizê ku di bûyerên Cizreya navçeya Şirnexê da mir, nimêja cenaze ya xiyabî kir.