İbrahim Atmaca
07 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî û sayî derbas bibe.
Li herêmê germa hewayê wê li gor şertên demsalê be.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Qersê 8, li Erdexanê 9, li Agirî û Erziromê 15, li Îdirê 17, li Tunceliyê 20, li Erzincanê 21 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 36, li Îdirê 35, li Erzincanê 34, li Agiriyê 29, li Erzirom, Qers û Erdexanê 28 pile tê payîn.