Türkan Tosun
05 Îlon 2020•Rojanekirin: 06 Îlon 2020
Tê texmînkirin li herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê li gor demsalê wê 3-6 pile zêde be.
Li gor daxuyaniya Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê li herêmê hewa wê kêm ewrayî û sayî be.
Tê texmînkirin germahiya hewayê li gor demsalê wê 3-6 pile zêde be, ji hêla bakur û rojhilat bayekî nerm, car caran jî nîvqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Qersê 6, li Erdexanê 7, li Agiriyê 9, li Erziromê 10, li Îdirê 15, li Erzingan û li Tunceliyê jî 17 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 37, li Erzingan û Îdirê 35, li Agiriyê 32, li Erziromê 30, li Qersê 29 û li Erdexanê jî 28 pile be.
Nîvro ji ber ku tîrêjên tavê tîk tên û zêde germ e hişyarî hat dayîn ku zarok, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, kal û pîr bila dernekevin derva, derketin jî bila ji bo germê baldar bin.