29 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Li Sêrtê di operasyona esmanî da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li ser hesabê Twîtterê yê Wezareta Parastina Neteweyî hat daxuyandin li navçeya Eruhê operasyona esmanî hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin di operasyona esmanî ya bi ÎHAyan va tê kirin da 2 terorîstên PKKyî hatin berterefkirin.
Ji hêla din di operasyonê da 2 çekên lûledirêj û 3 bombeyên destan jî hatin bidestxistin.
Li gor agahiyê tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li navçeya Eruhê li herêma Yassidagê operasyonê didomînin.