Mustafa Çavuş
05 Hezîran 2023•Rojanekirin: 06 Hezîran 2023
Li Canîka navçeya Samsunê dîwarê îstînadê yê otoparka avahiyekê rûxiya û 5 wesayit di bin de man.
Li bajarê ku barana gur lê bi bandor e, li taxa Ulugdagê dîwarê îstinadê yê avahiyeke li ser caddeya Mahmudiyeyê hilweşiya.
5 wesayit di bin dîwar de man û di wan de zirakeke giran çêbû.
Li ser îxbarê ekîbên polîs, îtfaiye û AFADê hatin cihê bûyerê.
Li dora otoporkê şerîda ewlekariyê hat pêçan û polîsan di warê kişandina wesayitan de hişyarî da welatiyan.
Hat hînbûn ku dema dîwar hildiweşe welatiyek di otomobîla xwe de bû, lê hema bi ketina dîwar re xwe xilas dike.