Abidin Yel
05 Hezîran 2023•Rojanekirin: 06 Hezîran 2023
Li Cizîra navçeya Şirnexê, 2 TIR li hev qelibîn û di encamê da 2 kes birîndar bûn.
Li ser rêbejaya Cizîr-Nisêbînê li tanga Mehmetçik Çesmesiyê TIRa plaqe 47 PJ 190 a S.O. diajot û TIRa plaqe 01 DHF 73 a H.O. ber bi heman îstiqmetê diajot, li hev ketin.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên AFAD, tenduristî, îtfaiye û cendirmeyê bo cihê qezayê hatin sewqkirin.
Ajokarên bi tesîra qezayê di paldankên xwe da asê mabûn, bi alîkariya ekîban hatin derxistin.
Hat ragihandin, rewşa birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê baş e.