28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê ji 32 gumanbarên di çarçoveya operasyona dijî "Rêxistina Terorê ya Fethullahî/Rêxistina Dewleta Paralel (FETO/PDY)" hatin binçavkirin jê 26 kes sewqî dadgehê kirin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Rêkxistî û Qaçaxçîtiyê yên Midûriya Ewlekariyê bi îdiaya FETO/PDYyê fînanse dikin di 25ê nîsanê da operasyon biribû ser hin navnîşanan. Di nav da Serokê Odeya Sineyî û Bazirganiyê (ŞUTSO) Sabrî Ertekîn jî 32 kes hatibûn binçavkirin.
Kar û barên li ewlekariyê yê bersûcan temam bû.
Di nav da Serokê ŞUTSOyê Ertekîn jî 26 gumanbaran piştî kontrola tendûristiyê sewqî dadgehê kirin.
Li ser biryara dozgerê komarê, 6 gumanbarên din piştî kar û barên li ewlekariyê, serbest hatin berdan.