28 Nîsan 2016•Rojanekirin: 28 Nîsan 2016
VAN
Li Îpekyoluya navçeya Wanê xisar û zirara ku ji ber teqemeniya ku kiribûn erdê û hat teqandin, derket holê.
Li gor agahiyan xisar û zirara ku ji ber teqemeniya ku kiribûn erdê û li taxa Hacibekir do êvarê wexta ku wesaîta bizirx a polêsan derbas dibû hat teqandin, derket holê.
Hat destnîşankirin piştî teqînê rê xera bû, şebekeyên xaz, ceyran, av û kanalîzasyonê û gelek avahiyan xisareke mezin dît.
Hat diyarkirin ku tîmên ewlehiyê li ciyê bûyerê lêkolînên xwe berdewam dikin û ciyên ku xisar dîtin jî tên çêkirin.