05 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Li Şaredariya Şirnexê ya ku bi KHKyê ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve peywirdarkirin çêbû mekanîzmayên teqemeniya bidestçêkirî hatin dîtin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn di lêgerîna berfireh a ku hêzên ewlehiyê li Şaredariya Şirnexê kirin de 2 mekanîzmayên teqemeniyên bidestçêkirî yên tê nirxandin ku berê bi destê mensûbên rêxistina terorê ya dabeşker ve hatine bicîkirin hatin dîtin.
Di dema lêgerînê de ji teqemeniyan yek hat teqandin û di encama teqîanê de peywirdarekî ewlehiyê tehl bû û teqemeniya din jî beriya ku biteqe hat îmhekirin.
Xebatên der barê bûyerê de berdewam dikin.