31 Gulan 2016•Rojanekirin: 01 Hezîran 2016
ŞIRNAK
Li Şirnexê di operasyona li hember PKKya rêxistina terorê de, hêzên ewlehiyê li taxa Yeniyê îmalatxaneyeke teqemeniyan îmhe kirin.
Li navenda bajarê Şirnexê ji bo terorîst bên girtin, barîkat bên rakirin, çal bên girtin, teqemenî bên îmhekirin, can û malê gel bê parastin, di 14ê adarê de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Operasyona ku hatibû destpêkirin, hê dewam dike.
Li taxa Bahçelîevler û Îsmetpaşayê pevçûn dewam dike. Li taxa Yeniyê jî îmalatxaneyeke teqemeniyan hat îmhekirin.
- Di nav fêkiyan de teqemenî hatine bicihkirin
Di maleke ku wek îmaletxaneya teqemeniyan hatiye bikaranîn de, 44 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin, 28 tup û gelek alavên ji bo çêkirina teqemeniyan tên bikaranîn, hat tespîtkirin.
Hat tespîtkirin ku endamên rêxistinê bizmar û perçeyên hesinan di nav petêx, sêv, hinar û muzan de veşartine ku van fêkiyan wek bombeya destan bi kar bînin.
Pisporên ku bombeyan diteqînin piştî ku herêmê vala kirin, ev teqemenî teqandin.
Hêzên ewlehiyê ji wesayîtên bizirx bangî endamên rêxistinê dikin ku ew teslîm bibin.
Di operasyonê de hejmara terorîstên ku hatin kuştin gihîşte 477an.
Ji bilî vê di 4 hezar avahiyan de lêgerîn hat kirin, 223 barîkat hatin rakirin, 39 çal hatin girtin, hezar û 436 teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin jî hatin îmhekirin.