05 Nîsan 2016•Rojanekirin: 05 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê qedexeya derketina derve hat berfirehkirin û derketina derve niha 24 saet hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Qaymeqamtiyê ji bo ku li navenda Silopiyê endamên rêxistina terorê bên girtin, can û malê gel bê parastin ji saet ji 04.30an pê ve heta emreke duyemîn derketina derve qedexe ye.
Biryara qedexeyê ji hoperlorên mizgeftan û wesayîtên polêsan hat îlankirin.
Li Silopiyê piştî ku operasyon biserkeftî temam bûbûn, li navçeyê qedexeya derketina derve qismek hatibû rakirin û bi tenê piştî saet 21.30 û 04.30an derketina derve hatibû qedexekirin.