Mehmet Demirhan
18 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2023
ŞIRNAK (AA) - Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Silopiya Şirnexê bi piştgiriya Qaymeqamtiyê ji bo ku bikaranîna plastîkan kêm bibe bi navê "Projeya Sifir Plastîk" xebatek da destpêkirin.
Xwendekar der barê vê xebatê da hatin agahdarkirin.
Ji bo ku ev proje bikeve rewacê rayedarên Weqfa Xwedî li Çopa Xwe Derkeve li Dibistana Seretayî ya Mîllî Egemenlîkê agahî dan xwendekaran.
Piştî agahdarkirinê şûşeya avê ya ku tê da 350 BPA tune li xwendekaran hat belavkirin.
Koordînatê Projeyê Sevînç Guneşê ji rojnamevanan ra daxuyand ku şûşeyên plastîk zirarê didin siheta însanan û siruştê qirêj dikin.
Guneş got ji bo ku bikaranîna plastîkan kêm bibe ew vê xebatê dikin û wiha dewam kir: "Armanca me ew e ku li tevahiya navçeya me der barê parastina hawirdor û kêmxebitandina plastîkê da baldarî çêbe."