Projeya "Gava Pêşketinê ya Bajarên Serhedê" li Gebzeyê bi civînekî ve li karsazan û pîşesazan hat nasandin.
Proje ji hêla Ajansa Pêşketinê ya Serhedê, Federasyona Komeleyên Hevkariyê û Çandê ya Stenbolê, Înşaatvanên Kocaeliyê, Komeleya Emlakvan û Muteahîdan hat destpêkirin. Mazuwaniya civîna projeyê jî Odeya Bazirganiyê ya Gebzeyê kir. Di civînê de behsa gavên hikûmetê yên ji bo ku herêm pêş ve here hatine avêtin hat kirin.
Waliyê Qersê Gunay Ozdemir di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi xetên vejenê yên nû û projeya trêna bi lez ya Qers û Azerbaycanê ve bajarê Qersê û der û dora bajêr wê bibe navendeke balkêş.
Ozdemir wiha axivî: "5 sal şûnde Qers dê bibê namzedê paytexta pîşesaziyê yê Tirkiyeyê ya nû. Em ê piştgiriyê bidin hemû gavên ji bo pêşketinê û pîşesaziyê."
Serokê Şaredariya Qersê Murtaza Karaçanta jî anî ziman ji bo ku koça ji rojhilat ber bi rojavayê kêm bibe ev derfeteke mezin e û divê karsaz li Qersê kargehan vekin û veberhênanan bikin.