ŞIRNAK
Ciwanên endamê Komeleya Esmangerî û Sporên Sirûştî ya Şirnexê li çiyayê Nimêja bi pereşûtan difirin.
Serokê komeleyê Osman Ograk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi 6 pîlotên ku perwerde dîtine dest firîna bi pereşûtê kirine û got ji ber ku melzeme biha ne hemû ciwan nikarin vê sporê bikin.
Ograk diyar kir ku wê havîna were Saziya Hewayê ya Tirkan li Şirnexê perwerdeya pereşûtê bide û got ku wê ev jî badoreke erênî li tûrîzma bajêr bike.
Dixwazin li çiyayê Cûdiyê bifirin
Pîlotê firîna pereşûtê Veysî Bayat destnîşan kir ku dixwazin vê sporê nîşanî ciwanan bidin.
Bayat diyar kir ku bi saya pêvajoya çareseriyê niha dikarin her derê û wiha dewam kir: "Bi saya pêvajoya çareseriyê em diçin ciyê ku me nikaribû em herinê. Em li çiyayê Nimêja difirin. Em dixwazin li çiyayê Cûdiyê jî bifirin. Wek mayîn em dixwazin li çiyayê Cûdiyê dibistana pereşûtê vekin. Erdnîgariya Şirnexê ji bo vê sporê baş e."
Ekrem Bayikê ku spora pereşûtê dike got ku ciwanên Şirnexê jî dixwazin vê sporê bikin û wiha dewam kir: "Wê ev spor bi kêrî tûrîzm û nasandina Şirnexê were. Pêwîstiya me bi pêvajoya çareseriyê heye."