Necmettin Karaca
08 Gulan 2021•Rojanekirin: 14 Gulan 2021
Her sal gelek kes Şirşirnega Muradiyeyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê ziyaret dikin, ji ber qedexeyên ji bo Kovîd-19ê hatin danîn şirşirneg bêdeng ma.
Her sal gelek kes Şirşirnega Muradiyeyê ya li Muradiyeya navçeya Wanê ziyaret dikin, ji ber qedexeyên ji bo Kovîd-19ê hatin danîn şirşirneg bêdeng ma. ( Necmettin Karaca - Anadolu Agency )
Bi ava berfa dihele û şiliyê va ava şirşirnega li ser Çemê Bendêmahiyê zêde bû.
Qaymeqamtiya Muradiyeyê, Şaredariya Muradiyeyê û xwediyên saziyên li herêmê amadehiyên xwe yên ji bo ziyaretvanên pişt qedexeyan werin herêmê temam kirin.
Li Şirşirnega Muradiyeyê bêdengiya Kovîd-19ê
Cengîz Yaşarê xwediyê saziyekê diyar kir ku li şirşirnegê bêdengî heye û wiha pê da çû: "Ji ber nexweşiyê kesek tune. Înşellah piştî qedexeyan Şirşirnega Muradiyeyê ew ê mîna rojên xwe yên berê geş be. Me hemû amadehiyên xwe kir û em li benda ziyaretvanan in."