26 Nîsan 2017•Rojanekirin: 26 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Li Sultangaziyê polês li ser avahiya kovara Yuruyuşê operasyon kir.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Terorê ya Midûriya Emniyeta Stenbolê, harekata taybet, hêzên çevîk, îtfaiye û firokeya polêsan jî piştgirî da li taxa Zubeyde Hanimê, kolana Fevzî Çakmak li ser avahiya kovarê operasyonê dest pê kir.
Di operasyonê da Wesaîta Midaxaleya Bûyerên Civatî (TOMA) û wesaîtên bizirx li der û dorê tevdîra ewlehiyê hilda.
Polês derketin qata 4emîn, cihê kovarê û bi meqesan demirê balkonê birîn û paşê ketin hindur.
Hat gotin ku polês di hindur da lêgerîn kir.