Li Manîsayê bi îdiaya ku "Rêxistina Paralel" fînanse dikin, operasyon birin ser buroya 6 komeleyan.
Tîmên Midûriyeta Elwehiya Manîsayê li buroya Komeleya Kîmse Yok Muyê, Komeleya Perwerde û Tenduristiyê, Komeleya Tenduristiya Zarokan a Navneteweyî ya Morîs Şînasî, Komeleya Alîkariya Civakî, Tenduristiyê û Perwerdeya Gel a Manîsayê, Komeleya Werzîşê ya Koma Hewayî ya Manîsayê û Weqfa Çand û Perwerdeyê ya Fezayê lêgerîn kirin.
Di lêgerînê de dest dan ser kompîtur û belgeyan.
Hat gotin bi mebesta ku "Rêxistina Paralel" fînanse dikin operasyon hat kirin.