14 Adar 2016•Rojanekirin: 14 Adar 2016
ÎSTANBUL
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê bi alîkariya hêza hereketa taybet a polêsan va li dijî rêxistina terorê di serî da Gazîosmanpaşa bi awayekî hemdem operasyon birin ser gelek adresên diyarkirî. Taxa Karayollari û Karadenîzê ku adresên operasyon lê hatin kirin li vir in, pêşiyê polêsên hêza pola bi TOMA û wesayîtên zirxdar va tevdîrên ewlekariyê standin û dû ra ekîbên polêsan hatin herêmê û bi beşdariya polêsên hereketa taybet avêtin ser adresên diyarkirî.
Di operasyonê da gelek kes hatin binçavkirin, xaniyên berşikan hatin kontrolkirin û herwisa polêsan li ciyê ku berşikan nîşan dan, lêgerîn kirin.
Hinek ji berşikên ku hatin binçavkirin seba kontrola tenduristiyê anîn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Hasekiyê. Berşik dû re birin Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê ya li ser Kolana Vatanê.